Wezareta Tirkiyeyê li ser drona ku hate xistin daxuyanî da

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Dron Hesekê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îdiayên ku dibêjin droneke wan li Rojavayê Kurdistanê hatiye xistin derewand.

ANHAyê de ragihandin ku balafireke bêmirov a bi tîpa Bayraktar a Hêzên Çekdar ên Tirk di navbera gundên Ruxuba û Ebû Neqayê yên navçeya Til Temirê ya Hesekê de ket.

Li aliyê din, hin çavkaniyan îdia kir ku dron li nêzîkî baregeha Tel Baydarê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ve hatiye xistin.

Piştî ku dîmen li ser tora civakî hatin weşandin, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îdiaya ketina droneke xwe derewand.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê û balafirên keşfê ji şeva borî ve li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê bombebaran dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst