Freedom House: Tirkiye di warê azadiya înternetê de paş de diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî “Rapora Azadiyan a Înternetê” ya Freedom Houseyê ya Amerîkî, Tirkiye 4 sal in di warê azadiya înternetê de paş de diçe.

Freedom Houseyê “Rapora Azadiyan a Înternetê” ya sala 2023yan belav kir.

Li gorî raporê 20 welat di warê azadiya înternetê de pêş de çûne û tevlî Tirkiyeyê 29 welat jî paş de çûne.

Tirkiye di warê azadiya înternetê de 4 sal in paş de diçe û sala 2023yan 15 puan ji dest dane û bûye sala herî xirab.

“Yasaya Dezenformasyonê bandoreke xirab kir”

Li gorî raporê, “Yasaya Dezenformasyonê” (Berovajîkirinê) ya ku sala par li Tirkiyeyê hat qebûlkirin bandoreke xirab li azadiyan kir.

Di raporê de mijara zexta li ser medyaya Kurdî jî cîh digre.

“Nûçeyên medyaya ne nêzîkî hikûmetê tên astengkirin”

Di raporê de tê gotin: “Di nav malperên hatine astengkirin de, malperên ku rexneyan li operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê digirin, nûçeyên Kurdî belav dikin û rexneyan li hikûmetê digirin hene.

Piraniya çavkaniyên dijital ên tên astengkirin, ew ên ku nûçeyên di medyaya nêzîkî hikûmetê de cih nagirin belav dikin û bi `propagandaya terorê' tên tohmetbarkirin.”

340 navnîşan û malper hatine astengkirin

Li gorî raporê, sibata îsal 340 navnîşan û malperên medyaya Kurdî û weşanxaneyên edebî hatine astengkirin.

Piraniya weşanên medyayê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikûmetê ve tên kontrolkirin.

Di raporê de hatiye nivîsandin: “Ji ber sansura li ser medyaya xwecihî û biyanî û zexta hikûmetê ya li ser peyamnêran bi taybetî li bajarên Kurdan wergirtina zanyariyan zehmettir kiriye.”