Li Tirkiyeyê meha îlonê 32 jin hatine kuştin

05-10-2023
Nîşan Kuştina Jinan Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tenê di meha îlona îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 32 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînîn li ser tundûtûjiya ku jin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tûşî dibin raporek belav kir.

Platformê ragihand ku di meha îlona borî de 32 jin hatine kuştin û 18 jinên din jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.

Li gor raporê, 12 ji wan jinên ku hatine kuştin ji ber daxwaza cudabûnê, lihevnekirin û redkirina zewacê, jinek ber rewşa aboriyê, 3 jin jî bi hinceta ku li ba wan jinên di hedefê de bûne hatine kuştin.

14 ji wan 32 jinan ji aliyê wan mêran ve hatine kuştin ku bi wan re zewicîne.

6 jin ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, jinek aliyê nasekî xwe ve, 2 jin jî ji aliyê hevalên xwe yên berê ve hatine kuştin.

Herwiha 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve û 2 jin jî ji aliyê kurê xwe ve hatine kuştin.

Nehatiye piştrastkirin bê jinek aliyê kê ve hatiye kuştin.

Ji wê hejmarê 19 jin li malên xwe, 12 li kolanê û jinek jî li saziyeke fermi hatiye kuştin.

19 ji wan bi çekan û 13 jî bi kêr an amûrên birînê hatine kuştin.

Ji sedî 59ê jinên ku meha îlona îsal hatine kuştin, bi çekan hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst