Enqere: Şandeyên Swêdê û Tirkiyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqerê berpirsên Wezareta Dadê ya Tirkiyê û şandeya Wezareta Dadê ya Swêdê bi armanca li ser radestkirina kesên ji wî welatî hatine xwestin gotûbêj bikin civiyan.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê 5ê Cotmeha 2022an di çarçoveya Bîrnameya Sêalî ya ku 28ê Hezîrana îsal li lûtkeya NATOyê ya li Madrîdê hatibû îmzekirin û biryar bû civînên Sîstema Hevbeş ya Daîmî bên sazkirin,  berpirsên Wezareta Dadê ya Tirkiyê û şandeya Wezareta Dadê ya Swêdê li Enqerê civiyane.

Li gor agahiyan civîn bi armanca radestkirina 7 endamên Cemaeta Gulen û çend endamên PKKê ku berê jî ji Swêdê hatibûn xwestin hatiye çêkirin û nêzîkî 7 demjimêran berdewam kiriye.

Her wiha di civînê de şandeya Wezareta Dadê ya Tirkiyê daxwaza xwe ya radestkirina endamên Cemaeta Gulen û PKKê dûbare kiriye û ji şandeya Wezareta Dadê ya Swêdê xwestine ku bilez ev daxwaza wan bê cîbicîkirin.

Bi serlêdana Swêdê ya endamtiya NATOyê Tirkiyê radestkirina endamên PKKê û Cemaeta Gulen xistiye rojevê û wek mercekî beşdarbûna NATOyê diyar kiribû. Herwiha beriya demekê Serokkomarê Tirkiyê.

Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû ku Swêdê çend kesên xwestine radestî wan kiriye lê ji aliyê berpirsên Swêdê nehatibû piştraskirin. Li gor zanyariyên ajansa fermî ya Tirkiyê di nav kesên ku hatine xwestin 7 endamên Cemaeta Gulen hene ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di heman roja ku şandeyên Swêdê û Tirkiyê li hev civiyan, Balyozê Enqereyê yê Swêdê ji ber gotinên 'wek heqaret' ên di televîzyona dewletê ya Swêdê yên li ser Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Tirkiyê de hatin bikaranîn, bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.