Doza girtina Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin destpê dike

05-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza girtina Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin bi hinceta ku "çalakiyên dijî qanûnê û exlaqê kirine" îro tê dîtin. Li 27mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê duyemîn rûniştina doza girtina Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin birêve diçe.

Di dozê de bi hinceta ku "çalakiyên li dijî qanûnê û exlaqê kirine” daxwaza girtina vê platfomê tê kirin. Runiştina yekem a derbarê wê platformê de 1ê Hezîranê birêve çûbû. Berî rûniştinê platformê eşkere kiribû ku tiştên pê tên tohmetbar kirin ti bingeheke wan nîne û ew tenê mafê jinan diparêzin.

Komeleya navborî sala 2012an hatiye avakirin û bi çalakiyên xwe mafên jinên ku rûbirûyê tûndûtîjiyê dibin diparêzin. Mehane ew amarên jinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin û rûbirûyê tûndûtîjiyê dibin tomar dikin û belav dikin.

Li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nûnertiyên wan hene, dozên kuştina jinan, kuştinên biguman ên jinan û dozen tundûtîjiya li ser jinan ji nêzîk ve dişopînin û di aliyê qanûnî de piştgiriyê didin jinên mexdûr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst