Dadgeha Destûrê li ser Leyla Guven biryara qerebûkirinê da

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan Leyla Guven HDP Qerebûkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, bi hinceta mafê wê hatiye binpêkirin biryar da ku parlamentera berê ya HDPê Leyla Guven bi 67 hezar û 500 lîre bê qerebûkirin.

Leyla Guven di sala 2018an de hat girtin û piştî ku di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê hat hilbijartin destpêka sala 2019an hatibû berdan. 4ê Hezîrana 2020an parlamenteriya wê hatibû betalkirin û Guven hatibû girtin.

Leyla Guven di 14ê Îlona 2018an de dema ku parlamenter bû serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû û gotibû; ji ber girtî tê darizandin rê li ber çalakiyên wê yên siyasî tê girtin û bi vî awayî mafê wê yê raderbirîn û azadiya kombûn û hilbijartinê hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûrê derbarê serlêdana Guven de civiya û biryar da, ku mafê wê yê "ewlekariya azadiya kesayetî" hatiye binpêkirin û divê dewlet 67 hezar û 500 lîre qerebû bide wê. Lê bi hinceta ku cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, dadgehê derbarê Guven de biryara azadkirinê neda.

Leyla Guven bi hinceta "endamtî û propagandeya rêxistinê" di 21ê Kanûna 2020an de bi 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Guven niha di Girtîgeha Xarpêtê de girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst