Mîthat Sancar: Divê li ser ‘bûyerên Kobanî’ komîsyoneke sivîl bê avakirin

05-10-2020
RÛDAW
Nîşan HDP Mîthat Sancar Bûyerên Kobanî Efkan Ala Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê daxwaz kir ku komîsyoneke sîvil bi mebesta lêkolînkirina bûyerên Kobaniyê bê avakirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di dema beşdariya xwe di bernameyeke televîzyonî de behsa “bûyerên Kobaniyê” û desteserkirina siyasetmedar û serkirdeyên HDPyî kir.

Mîthat Sancar behsa bûyerên Kobaniyê kir û got, “Rojên 6-8ê Cotmehê (2014) em li gel  wezîrekê çûn Kobaniyê. Ew wezîr ku ez wek endamekî şanda Mirovên Aqilmend ji Murşîtpinarê derbasî Kobaniyê kirim. Hefteyek berî 6-8ê Cotmehê bû. Sirri Sureyya Onder 48 demjimêran di odeya Wezîrê Navxwe de bû.”

Hevserokê HDPê dibêje, di 6-8ê Cotmehê de 3 rojên gelek tevlîhev derbas bûn û amaje bi wê kir, “52 mirovan canê xwe ji dest dan. Gelek bi awayekî hov hatin kuştin. Di rastiyê de çi çê bû? Ew aliyên tarî yên di nav hêzên emnî de ku Efkan Ala amaje pê kiribû kî bûn? Berpirsyariya HDPê hebû? Bila komîsyoneke sivîl lêkolîn bike.”

Mîthat Sancar tekez dike, tevî operasyonan jî ew partiya yekem in ji bo ciwanan û got, “Em soza aştiyê didin ciwanan. Sedema hebûna me di siyasetê de ev e.”

Li ser biryara Dozgeriya Komarî ya Enqerê û ji ber “bûyerên Kobanî” yên di Cotmeha 2014an de, roja 25ê Îlona îsal li heft bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo desteserkirina 82 kesan operasyoneke mezin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibû destpêkirin.

Çendîn serkirde û berpirsên niha û berê yên HDPê di nava wan kesan de ne ku daxwaza desteserkirina wan hatiye kirin.

Di operasyonê de Ayhan Bilgen Şaredarê Qersê û Altan Tan parlamenterê berê yê HDPê yê Amedê û Sirri Sûreyya Onder hatine desteserkirin û herwiha ji 20 kesên desteserkirî biryara desteserkirinê derbarê 17 kesan de hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst