Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku di 8 mehan de herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, rapora xwe ya li ser kuştina jinan a 8 mehên 2024an belav kir.

Li gorî “Rapora 8 Mehan a Li Ser Kuştina Jinan” li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 1ê Kanûna Paşînê heta 31ê Tebaxê herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku mirina 50 jinan bi guman e.

Ji wan 153 jin bi çekê û 60 jî bi alaveke birînê hatine kuştin.

Ji jinên hatine kuştin 134ê wan zewicî, 73yê wan ezeb û 41 jin jî nehatiye zanîn ka zewicî ne yan na.

162 jin li malên xwe, 9 li cihên dixebitîn û 82 jin jî li cihên cuda hatine kuştin.

Meha Tebaxê 33 jin hatine kuştin

Li gorî rapora Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin, meha Tebaxê 33 jin hatine kuştin ku 24 ji wan kuştinên bi guman in.