RAPIRSÎ - Erdogan li pêş e yan Ozel?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Metropollê, rêjeya dengên Serokê CHPyê Ozgur Ozel re ji sedî 52,5 e û ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 43,9 e.

Serokê Kompanyaya Lêkolînê ya Metropollê Ozer Sencar encamên rapirsiya “Erêkirina erkê serokan” eşkere kirin ku mehên Nîsan-Gulan-Hezîran-Tîrmeh û Tebaxê li 26 herêmên cuda bi hezar 642 kesan re kiribû.

Li gorî rapirsiyê, beşdaran herî zêde meha gulanê piştgirî daye Ozgur Ozel.

Gulanê piştgiriya ji bo Ozel di navbera ji sedî 43,3-54,9an de bûye.

Tîrmehê jî di navbera Ozgur Ozel û Recep Tayyîp Erdogan de ferqeke zêde çêbûye.

Li gorî encamên rapirsiyê, meha tîrmehê piştgiriya ji Ozel re ji sedî 52,5 bûye û piştgiriya ji Erdogan re ji sedî 43,9 bûye.