Vê carê Eylema 5 salî mir: 'Karkerên Mirinê'

Hewlêr (Rûdaw) – Mînîbusa karkerên çandiniyê yên demsalî yên ji bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, li bajarê Tokatê bû gora Eylema 5 salî.

Gelek kurdên ji Bakurê Kurdistanê ji ber feqîrî û bêîmkaniyê berê xwe didin bajarê Tirkiyeyê.

Erê mirov "bizirê mewtê ye" lê mirineke normal bi destê gelek Kurdan nakeve û hîn di nûbihara emirê xwe de dibin mêvanên axa sar. 

Mînaka dawî jî Eylema 5 salî ye ku bi malbata xwe re berê xwe dabû Orduyê.

"Karkerên mirinê"

Mînîbusa ku Cengîz G. dijajot û karkerên findiqan ên Rihayî ji bajarê Orduyê vediguhastin, li navçeya Nîksarê ya Tokatê wergeriya.

Li ser agahdakirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de Eylem Debeka 5 salî canê xwe ji dest da û 25 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê piştî midexaleya ewil, birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nîksarê.

Heta niha derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran ti zanyarî nehatine belavkirin.

Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.