Li Stenbolê barana gur bû sedema lehiyê: Kesekî canê xwe ji dest da

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend navçeyên bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê piştî baraneke gur lehî rabû û kesekî canê xwe ji dest da

Ji ber lehiyê cade, kolan, kargeh û xaniyên welatiyan di bin avê de ma.

Herwiha otomobîl di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Parêzgariya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Başakşehîrê kesek ku li ber lehiyê çûbû canê xwe ji dest daye.

Şeva Sêşemê li deverên bakurê bajarê Stenbolê baraneke gur bariya.

Baran li navçeyên Arnavutkoy û Başakşehîrê bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê cade û kolan di bin avê de ma

Ji ber lehiyê cade û kolan di bin avê de ma û otomobîl di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Li Arnavutkoy avê avêt hejmarek kargeh û xaniyên welatiyan.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên parastina sivîlan çûn navçeyê.

Ji ber barana zêde li Arnavutkoy û Başakşehîrê  otomobîl li ser rê asê man.

Hinek welatiyên ku nikaribûn li ser rê çûn û hatinê bikin otomobîlên xwe dan alî.

Herwiha hinek welatiyan jî hewil dan bi dehfdanê otomobîlên xwe rizgar bikin.

Hejmarek welatî ji ber baranê di Pirtûkxaneya Millet a Başakşehîrê de asê man û tîman ji bo rizgarkirina wan dest bi xebatan kirin.

Li ser otobona Stenbolê ya li nêzîkî navçeya Mahmutbeyê jî otomobîl ji ber barana zêde bi zehmetî çûn û hatinê dikin.

Parêzgarê Stenbolê hişyarî da

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi peyamekê ragihand ku di serî de li navçeyên Başakşehîr û Arnavutkoy li semtên cûda yên Stenbolê baraneke zêde dibare.

Gul hişyarî da welatiyan ku li hember egera lehiyê tedbîrên pêwîst werbigirin.

Gul herwiha bangî welatiyan kir ku ji bo silametiya canê xwe bi motorsîkletan çûnûhatinê nekin.

Parêzgariya Stenbolê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya  Başakşehîrê kesek ku li ber lehiyê çûbû canê xwe ji dest daye.

Îmamoglu daxuyanî da

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li Navenda Hevahengiya Karesatan  derbarê lehiya Stenbolê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Îmamoglu amaje bi wê yekê da ku wan  weke şaredarî heta niha 1808 îxbar wergirtine û got “ 2 zarokên winda hatine dîtin û heta niha ti canjidestdanên me nîn in.”

Ekrem Îmamoglu eşkere kir ku ew bi 2 hezar û 137 kes ji tîmên şaredariyê midaxaleyî lehiyê û navçeyên zererdîtî dikin û got: “Xebatên me bihevahengiya parêzgariyê berdewam in.”

Şaredarê Stenbolê di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku baran li hinek navçeyan gihiştiye 150 kîlogram û got:

“Ev reqemeke cidî ye. Heta sibe nîvro (roja Çarşemê) tê pêşbînîkirin ku dem bi dem baran bibare lê dibe ku ne evqas bihêz be.”

Li Kirklareliyê 2 kesan canê xwe ji dest da

Îro li bajarê Kirklarelî yê Tirkiyê jî lehî rabû.

Lehiyê li wê derê zerer û ziyanên zêde yên canî û madî li pey xwe hişt.

Li Kirklarelî ji ber lehiyê 2 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî wenda ne.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji bo bajarên Stenbol, Tekîrdag, Edîrne, Kirklarelî û Muglayê hişyariya barana bihêz da.

Herwiha AFADê bangî weletiyan kiribû ku li hember lehî û bandorên neyînî yên baranê tedbîrên pêwîst werigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst