Abdulmenaf Osman radestî Navenda Paş de Vegerandinê hat kirin

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Abdulmenaf Osman Penaberên Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd Abdulmenaf Osmanê ji Rojavayê Kurdistanê ku Tirkiye dixwaze wî radestî Sûriyeyê bike.

Ji bo vê yekê cendirmeyan ew bir Navenda Paş de Vegerandinê ya Edirneyê.

Abdulmenaf Osman piştî ku 30 sal û 6 mehan di girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de ma roja 3ê Îlona 2023yan ji Girtîgeha Akhisarê ya Manisayê hat berdan.

Cendirmeyan destpêkê Abdulmenaf Osman bir Fermandariya Cendirmeyan a Akhisarê.

Parêzer Halil Coşkun ragihand ku Abdulmenaf Osman veguhestine Navenda Paş de Vegerandinê ya Edirneyê.

Coşkun got: “Abdulmenaf Osman birine Navenda Paş de Vegerandinê ya Edirneyê. Dixwazin karên dersînorkirinê li cihekî bikin ku ji parêzer û malbata wî dûr be.”

Abdulmenaf Osmanê ji parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 3ê Adara 1993yan dema 28 salî bû li Êliha Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin

Osman bi hinceta “endamtiya PKKê” û bi îdiaya “xebata dabeşkirina beşek ji axa di bin serweriya dewletê” de cezayê heta hetayê lê hat birîn.

Osmanê ku divabû 3ê Adara 2023yan bihata berdan bi hinceta ji kiryaran “poşman” nebûye berdana wî 6 mehan hatibû paşxistin.

Osman roja 3ê Îlona 2023yan ji Girtîgeha Akhisarê ya Manisayê hat berdan û cendirmeyan ew bir Fermandariya Cendirmeyan a Akhisarê.

Lê malbata wî ya ku li Tirkiyeyê dijî daxwaz dike Osman radestî wan bê kirin.

Malbata wî naxwaze Osman bişînin Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst