Şaredariya Stenbolê çima karkerên Kurd ji kar davêje?

05-09-2022
Omer Sonmez
Wêne: Omer Sonmez / Rûdaw
Wêne: Omer Sonmez / Rûdaw
Nîşan Şaredariya Stenbolê Karkerê Kurd Jikaravêtin Ekrem Îmamoglu Akademîsyenê Aştîxwaz
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Şaredariya Stenbolê ku di destê CHPê de ye di heyama dawî de piranî karkerên Kurd 47 karker ji kar hatin avêtin. Piraniya karkerên ku ji kar hatine avêtin jî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK), ji karmendiya dewletê hatibûn îxrackirin. Şaredariya Stenbolê, wek sedema jikarderxistina karkeran dozên berê û lêpirsîna ewlehiyê destnîşan dike. Her wiha Şaredarî bi hinceta ku karker beşdarî bernameyên bibîranîna Komkujiyên Helebçe, Roboskî û salvegera buyerên Geziyê bûne ji kar derxistin. Karkerên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve jikar hatine avêtin, li nêzî Şaredariyê ji 28ê Tîrmehê ve di çalakiya rûniştinê de ne û daxwaza vegerandina ser karê xwe dikin.

Akademîsyenê Kurd Veysi Altintaşê ku ji ber deklarasyona Aştiyê îmze kiribû di Çileya 2017an de bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de KHK ji unîversiteyê jikar hatibû avêtin, di meha Nîsana 2022yan de îja ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve jikar hatibû avêtin. Akademîsyenê Kurd him ji aliye dewletê ve him jî ji aliyê Şaredariyê ve bi heman hincetî jikar hatiye avêtin.

Lê Veysi Altintaş li gel hevalên xwe yên karker ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve jikar hatine avêtin, li Parka Saraçhane ya nêzî Şaredariyê ji 28ê Tîrmehê ve di çalakiya rûniştinê de ne.

Akademîsyenê Aştîxwaz Veysi Altintaş dibêje “Şaredarê Stenbolê (Ekrem İmamoglu) çend caran ji hevalên me re gotibû, ‘Ez dizanim Kurd nebûna ez nedihatim hilbijartin, nedihatim ser vî kursiyî.’ Madem wisa ye tu çima me davêjî? Wê bibêje, ‘ez mecbur bûm.’ Lê mecbûriyetek nîne, em dizanin ku ji ber tirsa xwe me jikar avêt.”

Li Şaredariya Stenbolê ku di rêveberiya partiya mixalefeta sereke CHPê de ye û bi saya dengên HDP û Kurdên li Stenbolê di hilbijartinên sala 2019an de hatibû qezenckirin, jikarderxistina karkeran ku piranî Kurd in dewam dikin.

Herî dawî 43 karker li Şaredariya Stenbolê, 4 karker jî li Şaredariya CHPê ya navçeya Ataşehirê bi giştî 47 karker, bi hinceta ku beşdarî bernameyên bibîranîna Komkujiyên Helebçe, Roboskî û salvegera buyerên Geziyê bûne ji kar hatin derxistin.

Karkerê Kurd Faruk Gorken jî di 21ê Hezîranê de ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve ji ber sedemên siyasî jikar hatiye avêtin. Sedem jî ji ber tevlî bîranîna Helebçeyê bûye tê destnîşankirin.

Karkerê ji kar hatiye avêtin Faruk Gorken got “Ez di sala 2010an de dema li Zanîngeha Kocaeliyê xwendekar bûm tevlî bîranîna Komkujiya Helebceyê bûbûm. Wê demê dozek li min hatibû vekirin, lê doz di sala 2017an de bi temamî hatibû girtin. Lê Şaredarî vê dozê wek hincet nişan da û min ji kar avêt. Bi gotina, ‘Heq, hiqûq, edalet’ hatin hilbijartin. Lê piştî hilbijartinê me dît ku ew jî wek kesên ku berê neheqî li me kirin, neheqîyê dikin. Kesên Kurd û çepgir be yek bi yek jikar derdixin.”

Herî dawî akademîsyena aştîxwaz ya bi KHK hatibû îxrackirin Fatma Gül Eryıldiz, di 27ê Tîrmehê de ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve ji ber lêpirsîna ewlehiyê jikar hat avêtin.

Akademîsyena Aştîxwaz Fatma Gul Eryildiz diyar kir “Dema min li şaredariyê dest bi kar kir dizanibûn ku ez akademîsyena aştîxwaz im û ji karê dewletê hatime avêtin. Lê di dawiya meha Hezîranê de ji min re gotin, ‘haya me jê tunebû tu hatiyî îxrackirin.’ Bi vî awayî lêpirsîna ewlehiyê wek hincet nişan dan û min bi koda 42 jikar avêtin. Bi van kiryaran em hemû dilşikestî ne. Em ji bo İmamoglu bê hilbijartin xebitîn. Wî gelek sozan dabû me.”

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu Şaredariya Stenbolê sûcdar kiribû û goiıbû ku, “Di Şaredariya Stenbolê 557 terorîst hene”, piştî vê rêveberiya Şaredariyê gelek karkeran ji kar avêtibû.

Karkerên ku li ser sosyal medyayê, bi navê, “Li Şaredariya Stenbolê Qirkirina Karkeran” bi rêxistin in, xwedî 3 daxwazên sereke ne;

1-Bila Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoglu ji ber vê neheqiyê ji raya giştî lêborînê bixwaze,

2-Karkerên jikar hatine avêtin bila bo kar bên vegerandin,

3-Jikaravêtina karkeran bila bê rawestandin.

Karkerên ku ji kar hatine avêtin heta niha çend car bi rêveberên şaredariya Stenbolê re hevdîtin pêk anîbin jî hêj tu encam derneketiye. Car caran hin partiyên siyasî yên wek HDP û TÎPê serdana karkeran dikin û piştgirî didin wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst