Siyasetmedarên pîr ciwanan ji siyasetê dûr dixin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor lêkolîneke ji Kompanya Lêkolînan a Metropollê ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hate kirin, siyasetmedarên pîr ciwanan ji siyasetê dûr dixin.

Forûma Rêxistinên Ciwanan (GoFor) û National Democratic Institute (NDI) bi hevbeşî lêkolînek bi navê “Lêkolîna Tercîhên Siyasî yên Ciwanan” kirin. Lêkolîn ji aliyê Kompanya Lêkolînan a Metropollê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li ser ciwanên temenên wan di navbera 18-30 salî de hatiye kirin.

Li gor lêkolînê ciwanên ji hemû aliyên siyasî ji paşeroja xwe bi fikar in û ciwan giliyê wî tiştî dikin ku li gor pîşeya xwe kar nabînin, ji ber bê ezmûniya wan serlêdanên wan ji bo kar li ber çav nayê girtin û ger kar bibînin jî bi meaşekî kêm tên xibatindin.

Herwiha li gor lêkolîna ciwan ji medyaya nêzîkî desthilatê bawer nakin û zêdetir ji sosyal medyayê bawer dikin. Ji her 10 ciwanan 1, ji medyaya nêzîkî desthilatê bawer dike.

Li gor lêkolînê ciwan bi giştî naxwazin bikevin siyasetê, ji ber ku siyasetmedarên heyî temen mezin in û ciwan jî wiha hest dikin nêrînên wan li ber çav nayên girtin.

Di bingeha nîgeraniya jinên ciwan ên di warê beşdarbûna siyasetê de jî ne yeksaniya zayendî ya civakê heye. Ji her 10 jinan 8, wiha bawer dikin ku serokên partiyan kêmtir piştgiriya jinan dikin. Nîvê jinan wiha difikirin ku zimanê zayendî yê siyasetê û tacîza li dijî jinan serkeftina jinan zehmettir dikin. Herwiha ji her 10 ciwanan 6, di warê kuştina jinan de nîgeran in.