Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê hejmarek nîjadperestên Tirk êrişî ser çend karkerên Kurd kirin. Ew karker ku xelkê bajarokê Şemrexê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ne û wek karkerên demsalî bo kar çûbûn Sakarya, piştî vê êrîşê ber bi warê xwe ketin rê. Gelek alî û kesayetan nerazîbûn li hember vê êrişê nîşandan û Cîgirê Serokê AK Partiyê jî îddîa kir ku êrişek bi vî rengî çê nebûye.
Ev bûyer ku 22ê Tebaxa 2020ê qewimî ye, karvedanên wê heta niha jî li ser torên civakî berdewam in, bi hezaran kes nerazîbûna xwe pêşan didin û daxwaz dikin derbarê bûyerê de lêkolîneke dadmend were kirin.
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirov di daxuyaniyekê de ku li ser tora xwe ya civakî belav kiriye, dibêje: “Êrîşên ser wan malbat û karkerên Kurd ku diçin parêzgehên bakur û rojavayê Tirkiyê berdewam in û bi awayekî berçav zêde bûne. Em êrîşa ser wan karkeran şermezar dikin ku bo komkirina bindeqan çûne Sakarya, derbarê bûyerê de daxwaza lêkolîneke bibandor dikin.”
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirov di daxuyaniyekê de li hejmara xwe ya Twitterê got, “Êrîşên ser wan malbat û karkerên Kurd ên diçin parêzgehên bakur û rojavayê Tirkiyê berdewam in û bi awayekî berçav zêde bûne. Em êrîşa ser wan karkeran şermezar dikin ku bo komkirina bindeqan çûne Sakarya, derbarê bûyerê de daxwaza lêkolîneke bibandor dikin.”
Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Êrîşî wan karkerên demsalî kirine ku bo karkirinê ji Mêrdînê çûne Sakarya. Li wan jinan dane ku zarok di hembêza wan de bûn… Piştî temaşekirina wan dîmenan gelo dest bi lêkolîneke dadmend dikin?”
Tanrikulu dîmenê wê êrîşa li ser karkerên Kurd jî belav kir û Wezareta Navxwe, Wezareta Dadê û Parêzgariya Sakaryayê tagg kirin.
Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Pero Dundar li ser hesabê xwe yê taybet ê Twitterê nivîsiye: “Em li gel wan malbatên xwe di peywendiyê de ne ku li Sakaryayê rûbirûyê êrîşa nîjadperestî bûne. Hûrgiliyên êrîşa nîjadpersetî wiha ne: Serê sibehê zû xwediyê bax ji wan karkeran re dibêje ku bo komkirina bindeqan çûne, çima we dest bi kar nekiriye û her çi sixêf û axaftineke nexweş heye ji wan re dike.”
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba jî li hejmara xwe ya Twitterê got, “Ez êrişa li ser karkerên demsalî ku ji bo kar çûbûn Sakaryayê şermezar dikim. Ev êriş li dijî hemû Tirkiyê ye. Divê bûyer bê zelalkirin û êrişkar bên cezakirin.”
Parlamenterê Partiya Saadetê yê Konyayê Abdulkadîr Karaduman jî derbarê bûyerê de ragihand, “Ev êrişa nijadperest a li ser karkerên ku ji mala xwe dûr diçin bo bidestxistina nanê xwe, şermezar dikim. Divê bûyer bê zelalkirin. Em dê proseyê bişopînin.”
Cîgirê Serokê AK Partiyê û parlamenterê wê partiyê yê Sakaryayê Alî Îhsan Yavuz jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û tevî ku dîmenên êrişê li torên civakî belav bûne, îddîa kir ku li sînorên wê parêzgehê ti êrişek li ser karkeran çê nebûye û got, “Sakarya bajarê aramiyê ye. Nîşandana bûyereke bi vî rengî ku çê nebûye bêrêziyeke li hember Sakaryayê.”
Piştî karvedanan, Parêzgeha Sakarya daxuyaniyek belav kir û dibêje ew nûçe nerast e. Di daxuyaniyê de tê gotin ku şer di navbera karker û xwediyê bax de derketiye, lê ti peywendiyeke bûyerê bi wê mijarê ve nîne ku li ser sosyal medya tê behskirin. Di wê bûyerê de 2 karkerên Mêrdînî û karkerekî Duzceyî birîndar bûne, ti giliyek li Rêveberiya Polîs, Fermandariya Cendirme û Hewarveçûna Bilez nehatiye tomarkirin.
Ev ne cara yekem e ku karkerên Kurd li bajarên Tirkiyê dikevin ber êrîşên nîjadperestên Tirk. Sala derbasbûyî li parêzgeha Sakaryayê karkerekî Kurd hat kuştin û di meha Temûza îsal de jî li parêzgeha Yozgatê hejmarek karkerên Kurd ketin ber êrîşê ku li daristanên wê navçeyê kar dikirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse