Li Sakaryayê êrişî karkerên Kurd kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sakarya yê Tirkiyê karkerên Kurd rastî êrişekê hatin.

Li gor zanyariyan li bajarê Sakarya yê Tirkiyê 16 karkerên Kurd ku ji Mêrdînê ji bo karê komkirina findiqan çûbûn wê parêzgehê rastî êrişa xwediyên kar û gundiyên wê deverê hatin.

Parlamanterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu, li hejmara xwe ya Twitterê ragihand ku karkerên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê “jinên zarok di himbêza wan” de rastî êrişê hatin û bang li wezaretên navxwe û dadê û herwiha parêzgariya Sakaryayê ku lêpirsîn derbarê bûyerê de bê destpêkirin.

Wî parlamenterê CHPê dîmenên êrişa li ser karkerên Kurd jî li hejmara xwe ya Twitterê belav kirin.

Parêzgariya Sakaryayê jî daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê kir ku di navbera xwediyên bexçeyên findiqan û karkeran de şer derketiye.

Parêzgariya Sakaryayê di wê daxuyaniyê de îddîa dike ku karkerên Kurd rastî êrişê nehatine û dibêje, “Roja 22.08.2020, li navçeya Kocaalî ya parêzgeha me, nîqaş di navbera xwediyên bexçeyên findiqan de çê bû, yek ji wan kesan wesayîta xwe da ser kesê din û di vê navberê de 2 karkerên jin ên ji Mêrdînê û karkerekî ji Duzcê birîndar bûn.”

Li gor wê daxuyaniyê lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin berdewam dike.