Çavuşoglu: Eger wiha bikin dê karesat biqewime!

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê êrîşên ser Idlibê de got: “Armanca wan kontrolkirina Idlibê ye. Xetereyeke cidî heye û eger bikin dê karesat biqewime.”

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Enqerê bi hempîşeyê xwe yê Alman Heiko Maas re hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê herdu wezîran civîneke çapemeniyê de axivîn.

 

Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku ji bo li Sûriyê binpêkirina agirbestê nebe ew di nav hewldanên cidî de ne û got: “Em li gel Rûsya û Îranê di nav danûstandinan de ne. Bila kes kesî nexapîne. Armanca wan kontrolkirina Idlibê ye. Xetereyeke cidî heye û eger bikin dê karesat biqewime.”

 

Çavuşoglu da zanîn ku li ser ıdlibê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de gotûbêj çêbûne û diyar kir: “Me ji wan re got, ku beriya lûtkeya Tehranê tiştên li Idlibê çêdibin qet nerast in.”

 

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas da xuyakirin, ku di hevdîtinê de peywendiyên dualî û rewşa ıdlibê gotûbêj kirine û got: “Tirkiye di guman û nîgerniyên xwe de mafdar e. Em piştgirî didin lûtkeya Tehranê.”