Temelli: Dengê Ocalan xizmeta proseya aştiyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje, desthilat ji ber wê yekê astengan ji hevdîtinên Îmraliyê re derdixe, ji ber dizane ew dengê ji wir tê bihîstin xizmeta proseya aştiyê dike.

 

Di hevpeyvînekê de ligel medya Tirkiyê, Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli, rexne li desthilatdariya Tirkiyê girtin û got: "Du siyasetên vê desthilatê hene, yek ji wan siyaseta şer e û ya din jî siyaseta gendeliyê ye. Siyaseta şer li ser dijminayetikirina gelê Kurd li navxwe û derveyê Tirkiyê tê dîzayn kirin. Siyaseta gendeliyê jî bi talankirin û kêmkirina qutê xelkê tê dîzayn kirin."


Li gor Temelli, ew herdu siyaset bi awayekî rêkûpêk tên birêvebirin û dibêje: "Desthilat ji aliyekî ve talan dike û ji aliyekî ve bi pereyên dewletê firokeyên şer, tank û topan dikire. Hevserokê HDPê bang li gelên Tirkiyê kir û got: "Werin em bi hevre welat ji vê sîtemê rizgar bikin ku sedem desthilat e. Dadwerî êdî tenê ne kor e, kerr jî bûye û bi fermana koçkê tê birêvebirin. Ev reşw Tirkiyê ber bi tarîkiyê ve dibe."


Temelli da zanîn ku ji ber desthilat aştiyê naxwaze û siyaseta şer daye pêşiya xwe ji dengê aştiyê yê Ocalan ditirse û got: "783emîn daxwaza parêzeran bo serdana Îmralî ji aliyê Dozgerê Giştî ve hat redkirin. Niha jî bi rêya rewşa awarte ya dirêjkirî de red dikin."


Hevserokê Giştî yê HDPê wiha axifî:


"Em dipirsin sedema vê redkirin û rêgiriyê li çûna malbat û parêzeran bo Îmralî çiye? Ti bersiveke wan nîne, lê em fam dikin bê çi pirsgirêkeke wan a mezin ligel serdana Îmralî û bilindbûna dengê ji wê derê heye. Çima? Ji ber em baş dizanin ew dengê ji wir bilind dibe, hevkarî ye bo xebata aştbûn û qonaxa aştiyê. Dengeke rê li ber aştiyê vedike. Berê Tirkiyê evna dît, di sala 2013-2015an de qewimî. Baş e desthilateke şerxwaz, desthilatek ku bi şer tê bixwedîkirin, vêna dixwaze? Naxwaze. Vêca divê gelên Tirkiyê yekê ji van herdu fotografan hilbijêrin. Şer an proseya aştiyê? Ji ber ev desthilat bi rêya şer berdewamiyê bi hebûna xwe dide, herwek çawa dijî her pêngaveke hewla bidawîanîna şer e, bi heman awayî dijî bilindbûna dengekî ji Îmraliyê ye jî."


“Aştiya ligel Kurdan baştir e ji dijî wan çekan bikirin”

 

 

Temelli di heman demê de ragihand ku ji şûna desthilatdariya Tirkiyê bo kirîna firokeyên leşkerî û çekan dijî Kurdan pereyan deyn bike, ya baş ew e ligel Kurdan aştiyê pêk bîne.

 

Derbarê xerciyên Tirkiyê de Temelli wiha got: "Xerciyeke zêde li firokeyên şer û çekan tê kirin. Desthilata AKPê ji xeynî budçeya veqetandî ya sektora leşkerî, budçeya taybet jî bo kirîna firoke û çekan vediqetîne ku evna deynên mezin in li ser welat. Desthilat ku van çekan li dijî Kurdan dikire, ya baş ew e ligel Kurdan aştbibe û ew mesref û xerciya han bo pêşxistinê were veqetandin."

 

Temmlî herwiha xerciyên Tirkiyê yên ji bo çekan rexne kir û wiha pê de çû: “"Baş e hun wan firoke, fûze û çekên şer dijî kê dikirin? Bêguman li dijî Kurd. Baş e eger ligel Kurd aştbibin û wan deynan li çekan xerc nekin, bi wê rêyê pirsgirêkên bingehîn ên welat çareser bikin û gavan bo qutê xelkê û vejandina xwezayê biavêjin baştir nabe? Belê baş dibe. Lê evna bijardeyeke siyasî ye. Yek bijardeya siyasî ya HDPê ye û ya din bijardeya siyasî ya Erdogan e. Divê yekê ji wan hilbijêrin. Yan vî welatî dixin nav karesateke mezin an jî dijatiya şer dikin û bi çavkaniyên xwe, li vî welatî bingehê aboriyeke yeksan dideynin."