Tirkiyeyê hişyarî da welatiyên xwe: Neçin Libnanê!

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Libnan Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo serdanên Libnanê hişyarî da û got "Em ji welatiyan daxwazin tiştekî pêwîst nebe neçin serdana Libnanê.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê doh li ser hesabê xwe yê fermî bi daxuyaniyeke nivîskî ji welatiyên Tirkiyeyê xwest ku ji ber pêşhatên dawî yên li herêmê neçin Libnanê.

Wezareta Tirkiyeyê got, "Ji ber pêşhatên dawî yên li herêma me, eger heye ku rewşa ewlehiyê ya Lubnanê bi lez xirab bibe.

Em ji welatiyan daxwazin tiştekî pêwîst nebe neçin serdana Lubnanê.”

Herwiha wezaretê got, “Welatiyên me; Eger neçar nebin neçin serdana wîlayetên Nebatiyeh, Başûrê Lubnanê, Bekaa û Baalbek-Hermel yên Libanênê û li Libnanê nemînin.”

Herwiha di daxuyaniyê de bal kişandiye ser şopandina geşedanên li ser malperên fermî û hesabên medyaya civakî yên Wezaretê û Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Beyrûtê û ji bo rewşên awarte hejmara telefona Balyozxaneyê jî hatiye nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst