Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Kabîneya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê, li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dicive.

Hikûmeta Tirkiyeyê, piştî sê hefteyan îro demjimêr 15:00an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dicive.

Di rojeva kabîneyê de şerê Îsraîl û Filîstînê heye û mijarên aborî wekî kontrolên di çarçoveya rûbirûbûna aboriya nehatiye tomarkirin de û rûbirûbûna enflasyonê dê bên nirxandin.

Herwiha mijara operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê jî rojeveke civînê ye û dê rewşa dawî bê nirxandin.

Tê çaverêkirin, Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên civînê ji raya giştî re rabighîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst