Erdogan: Serdestî di Kurdbûn û Tirkbûnê de nîne

05-08-2017
RÛDAW
Nîşan Erdogan kurdbûn tirkbûn serdestî wezîr kurd
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Di rêveberiya dewlet û partiya me de jî birayên me yên kurd hene. Serdestî di kurdbûn û tirkbûnê de nîne, kî nêzî Xwedê be, ew serdest e.”

 

Recep Tayyip Erdogan di “Çalakiya Havînê ya Xwendekarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê" de, ku ji aliyê Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê ve hate lidarxistin axivî û diyar kir: “Kesên ku dibêjin 'em mafên kurdan diparêzin' di 7ê Hezîranê de gava hinek serkeftin bi dest xistin, gel derxistin kolanan û bûn sedema kuştina 53 birayên min ên kurd.”

 

Erdogan amaje bi wê yekê kir, ku di rêveberiya dewlet û AK Partiyê de kurd hene û got:

 

“Bekir Beg (Bozdag) ku gava din axivî, berdevkê hikûmetê, kurd e. Ji ber ku ji bajarê Yozgatê ye, nebêjin qey ne kurd e, ew kurd e. Wezîrê me Mehmet Şimşek, kurd e. Wezîrê me yê berê Mehdî Beg (Eker), kurd e. Derdekî me yê wisa tine ye. Serdestî di kurdbûn û tirkbûnê de nîne, kî nêzî Xwedê be, ew serdest e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst