Hemû agahiyên Sûriyeyiyan hatin belavkirin: Serokatiya Koçê daxuyanî da!

05-07-2024
Nîşan Sûriyeyî Koçber Tirkiye Agahî Belavkirin Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê li ser belavkirina agahiyên 3,3 milyon Sûriyeyiyan daxuyanî da.

Li ser torên civakî nav, paşnav, hejmara telefonê, pasaport û navnîşanên 3,3 milyon koçberên Sûriyeyî hatibûn belavkirin.

Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî ku ev agahî ji aliyê gelek kesan ve hatin belavkirin daxuyaniyeke nivîskî da.

“Dest bi lêkolîneke berfireh hatiye hatiye kirin”

Serokatiya Îdareya Koçê diyar kir ku hinek ji wan agahiyan û agahiyên di sîstema wan de ji hev cuda ne û got:

“Li ser agahiyan lêkolîn hatiye kirin, hat tesbîtkirin hinek ji wan agahiyan û agahiyên Serokatiya Îdareya Koçê ji hev cuda ne.

Ji bo were tesbîtkirin bê ma ev agahî yên kîjan salan in, ji kijan çavkaniyan û kengî hatine wergirtin dest bi lêkolîneke berfireh hatiye hatiye kirin.”

Serokatiya Îdareya Koçê amaje pê kir ku dê piştî lêkolînê agahiyan bi raya giştî re parve bikin.

Çi bûbû?

Di komên telegramê de nav, paşnav, hejmara telefonê, pasaport û navnîşanên 3,3 milyon koçberên Sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê dijîn hatibûn belavkirin.

Hesabê bi navê “ayaklanist” gotibû ku adresên hemû koçberên Sûriyeyî pê re hene û dikare wan agahiyan bide kesên ku dixwazin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî piştre diyar kiribû ku kesekî 14 salî yê bi navê E.P. wî hesabî kontrol dike û hemû agahî bi rêya heman hesabî (ayaklanist) hatine belavkirin.

Wezaretê herwiha destnîşan kiribû ku E.P. hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst