Li Stenbolê 353 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, di operasyonên cuda de 353 koçber hatin desteserkirin. Koçber bi armanca paşde vegerandinê bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin radestkirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Dijî Qeçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, Şaxa Perav û Deryayê û tîmên rêveberiyên ewlekariyê yên navçeyên Uskudar, Kuçukçekmece, Beykoz, Sariyer, Bakirkoy, Esenler, Kagithane, Bahçelievler, Umraniye û Gungorenê, duh 4ê Temûzê li Stenbolê li dijî koçberan operasyon û pişkînîn kirine.

Di operasyonê de 26 belem û 1433 koçber hatine kontrolkirin û 353 koçber hatin desteserkirin.

Koçberên ku hatine desteserkirin bi armanca paşde vegerandinê bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatine radestkirin.