Li Kirklarelî otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 mirî, 25 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Luleburgazê otobûsa rêwiyan wergeriya. Di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Luleburgazê ser bi parêzgeha Kirklarelî ya Tirkiyê, otobûsa rêwiyan ku ji Edirneyê ber bi Bodrumê diçû wergeriya. Di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî, ewlekarî û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Waliyê Kirklareliyê Birol Ekici ragihand ku di bûyerê de 1 jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne.