Gelek alî û kesayet doza Figen Yuksekdag dişopînin

05-07-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hevseroka berê ya  HDPê Figen Yuksekdag piştî 242 rojan yekem car derkete pêşiya dadgehê, darizandina Yuksekodag li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqere birê ve çû. Nêzikî 1000 parêzeran jî daxwaza parastina Yuksekdagê kirin û herwiha parlementerên HDPê jî li ber derê dadgeha piştgirî dane Yuksekdagê. 


Li dadgeha Enqere heta niha bi dehan siyasetmedar û keseyatên kurd lê hatine darizandin. Niha jî siyasetmedarek rêgez Tirk ji ber doza Kurdî li heman dadgehê tê darizandin. Figen Yuksekdağ piştî 242 rojan bo carê yekem derkete pêşiya mehkemê û parlementerên HDPê di hewşa dadgehê de piştgiriya wê kirin.


Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay ji Rûdawê re wiha got: “Partiya Demokratîk a Gelan di parlementoya Tirkiyê de sêyem partiya mezin e. Ev danpêdana di gel hevserok û parlementer û hevşaredarên me em bi çi awayî qebûl nakin.”


Parlementerê berê û heman dema hihuqnas Hasip Kaplan jî hem weke siyasetmedarek hem jî weke parêzerek dibêje dozên HDPyiyan ne hiquqî belkû bi siyasî ne.


Siyasetmedar û hiquqnas Hasip Kaplan got: “Îxtilala 60, 70 û 80ya Kurd lê re dihatin girtin. Îro jî misqal û zerre hiquq tine. Eger hiquq hebuya lazim niha parlementerên HDP hemû jî li parlementoyê li ser karê xwe bana.”


Di gel hezar parêzeran hem ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hem jî ji Ewropayê gellek komele, kesayet û siaysetmedar jî  doza Yuksekdag dişopînin.  


Serokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan jî anî ziman: “Îro em weke parêzer jî nikarin bi hêsanî dozê bişopînin. Weke diyar gellek ewlehî hene. Ev rewşe jî nêrîna hikumetê ya li hember vê dozê eşkere dike. Zexta li ser dadgehan jî bi vî şeklî eşkere dibe. Di rewşeke wiha de jî ya rastî çi hêviya me ji endamên dadgehê nemaya.”


Di gel Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekodag, hevserokê HDPê Selehedîn Demirtaş û 9 parlementerên vê partiyê hê jî girtîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst