Li Hatayê erd hejiya: Parêzgariyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi mezinahiya 4,1ê rû da.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej li navçeya Samandagê çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej saet 10:37an çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.

AFADê herwiha da zanîn ku kûrahiya erdhejê 6,2 kîlometre bûye.

Parêzgariyê daxuyanî da

Parêzgariya Hatayê ragihand ku li gorî tesbîtên ewil tiştekî neyînî rû nedaye û rewş tê şopandin.