Konsera Îbrahîm Kalin hat betalkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di kabîneya nû ya piştî hilbijartinan de ku Hakan Fîdan bû Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Îbrahîm Kalin ê ku navê wî di kulîsan de ji bo Serokatiya Dezdeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) tê gotin, konsera wî ya bi Yavuz Bîngol re ku dê di 6ê Tîrmehê de bihata sazkirin hate betalkirin.

Îbrahîm Kalin, Yavuz Bîngol, Îsmaîl Altunsaray û Umît Yilmaz dê li Stenbolê di 6ê Tîrmehê de ku navê “Tirkiyên Îrfanî” li xwe kiribûn konserek bidana.

Menajerê Yavuz Bîngol, Erden Demîr li ser konserê ji çapemeniyê re axivî û got, “Konser hat taloqkirin, em dîroka nû nizanin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku hat betalkirin.”

Koma Tirkiyên Îrfanî ya ku ji Îbrahîm Kalin, Yavuz Bîngol, Îsmaîl Altunsaray û Umît Yilmaz pêk tê, wek mêvanê 4. Festîvala Muzîka Gel a Navneteweyî ya Stenbolê li AKMyê konserek dabûn.

Di kabîneya nû ya ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku di hilbijartinên 28ê Gulanê de bi ser ket, yek ji guhertinên herî balkêş jî ew bû ku Hakan Fîdan ê ku bi salan Serokê MÎTê ye bû Wezîrê Derve.

Mijareke din a ku demeke dirêj di kulîsan de behsa wê tê kirin, erkdarkirina Berdevkê berê yê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin wek serokê nû yê MÎTê bû.