Hakan Fîdan wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê dest bi karê xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fîdan îro bi merasîmekê erka Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji Mevlut Çavuşoglu wergirt. Fîdan di axaftinekê de got: “Hemû kar û xebatên me dê ji bo yekîtiya dewlet û miletê me û refah û ewlekariya wê be.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê yê berê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê 5ê Hezîrana 2023an bi merasîmekê erka xwe radestî Hakan Fîdan kir ku di kabîneya nû de wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê hatiye diyarkirin.

Di merasîmê de, Mevlut Çavuşoglu behsa karên hevbeş ên bi Hakan Fîdan re kir û got, “Me bi Hakan Fîdan re di mijarên herî hesas de mana welatê xwe parast. Me bi hev re li dijî terorê şer kir. Ez dê her dem ji bo piştgiriyê amade bim.”

Çavuşoglu diyar kir, “Erka me ya niha ew e ku em bi Serokê xwe re yê ku ez bi wî re bi rûmet dimeşim ber bi sedsala Tirkiyê ve bimeşin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê yê nû Hakan Fîdan jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku di sedsaliya komara Tirkiyê de erkekî wiha wergirtiye.

Hakan Fîdan di axaftinekê de got: “Piştî 13 salên erka min a ku berpirsiyartiyeke giran bû, ji ber dayîna erka Wezîrê Derve ku berpirsiyartiyeke bi heman awayî ye sipasiya birêz serokkomarê me dikim. Hevaltiya min û birêz Çavuşoglu jî li Zanîngeha Bilkentê destpê kiribû. Di nav kar de jî bi awayekî baş û bawerî me bi hevre berpirsiyartî wergirtin. Bi xwe wek zilamekî dewletê, siyasetmedar û hevalekî her dem bi karê xwe rabûye. Îro sedsaliya komara me ye û 500emîn salvegera damezrandina rêxistina me ya derve ye, di vê rojê de şanaziyê bi beşdarbûna nav we dikim. Hemû kar û xebatên me dê ji bo yekîtiya dewlet û miletê me û refah û ewlekariya wê be.”