Di doza zaroka ku 6 salî hatibû zewicandin de biryareke nû

Hewlêr (Rûdaw) - Doza zaroka ku 6 salî hatibû zewicandin ji bo 17ê Tîrmeha 2023an hate paşxistin.

Di doza zaroka ku 6 salî hatibû zewicandin de ku li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê birêve çû biryara paşxistinê hate dayîn ku bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur a ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ve ye û di sala 2002an de dema ku keça wî şeş salî bûye bi murîdekî xwe yê 29 salî re zewicandiye. Di rûniştina îro Duşemê ya dozê de biryara berdewamiya girtina bav Yusuf Ziya Gumuşel û kesê ku keça xwe pê re zewicandî Kadir Isteklî û paşxistina dozê ji bo 17ê Tîrmeha 2023an hat dayîn.

Doza ku li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê birêve diçe Kadir Isteklî û Yusuf Ziya Gumuşel girtî û dayik Fatima Gumuşel jî bêyî ku bê girtin têne darizandin.

Di rûniştina yekem a dozê ya 30ê Çileyê de dadgehê biryara qedexeya ragihandinê dabû, her wiha di rûniştina duyem a 27ê Sibatê de jî Dozgerê Komarê cezakirina tohmetbaran xwestibû.

Di îdianameya dozgeriyê de ji bo Kadir Îstekli herî kêm 30 sal û ji bo dayik û bavê keçikê jî herî kêm 18 sal cezaya girtîgehê tê xwestin.

Çi bibû?

Zewicandina H.K.G. yê di şeş saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karvedanan. Ew zarok niha jineke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, çûye giliyê wî kiriye. Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ye. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi mirîdê xwe yê 29 salî Kadir Îstekli re zewicandiye.

2. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê girêdayî vê dozê derbarê Kadir Isteklî û Yusuf Ziya Gumuşel de, 15ê Kanûna 2022ê bi îdîaya” destdirêjiya cinsi bo ser zarokê” biryara girtinê dabû.

Li ser giliya keçikê 2. Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê, biryar dabû ku yekemîn rûniştina dozê 22ê Gulana 2023an bê dîtin. Lê piştî nerazîbûn û bertekên civak û saziyên sivîl zêde bûn, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê serî li dadgehê da û xwest dîroka rûniştina dozê pêş de bê anîn. Dadgehê daxwaza wezaretê qebûl kir û dîroka rûniştina dozê ji 22ê Gulana 2023an bo 30ê Çileya 2023an pêş xist.