Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê û 17 wezîr dê di parlamentoyê de sond bixwin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz û 17 wezîrên kabîneyê dê di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de sond bixwin û Serokê Parlamentoya Tirkiyê jî bê hilbijartin.

Parlamentoya Tirkiyê ya ku bi merasîma sondxwarinê ya parlamenteran dest bi Xula 28. kir, dê vê hefteyê jî xebatên xwe bidomîne.

Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê dê roja Çarşemê 7ê Hezîranê di demjimêr 14:00an de bicive.

Berbijêrên ku dê ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê bên diyarkirin dê heta roja Sêşemê 6ê Hezîranê demjimêr 24:00an ji Lijneya Serokatiya Demkî re bên şandin. Di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de dê roja Çarşemê 7ê Hezîranê 30emîn Serokê Parlamentoyê bê hilbiijartin.

Hilbijartina Serokê Parlamentoyê dê bi dengdana dizî bê kirin. Di her du dengdanên yekem de dê ji sê paran duyê hejmara giştî ya endaman (400 deng) û di dengdana sêyemîn de jî dê dengên piraniya nîvê endaman (301 deng) bê xwestin. Eger di dengdana sêyem de piranî pêk neyê, dê dengdana çarem ji bo du berbijêran ku di dengdanê de herî zêde deng wergirtine, were kirin. Endamê ku di dengdana çaremîn de herî zêde dengan bigire dê ji bo Serokatiya Parlamentoyê were hilbijartin.

Grûpa AK Partiyê ji bo diyarkirina organên grûpê roja Sêşemê 6ê Hezîranê bicive.

Wezîrên ku dê di xula nû de di kabîneyê de bin; Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz, Wezareta Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunc, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş, Wezareta Kar û Ewlekariya Civakî Vedat Işikhan, Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî, Wezareta Derve Hakan Fidan, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezareta Ciwanan û Werzişê Osman Aşkin Bak, Wezareta Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek,Wezareta Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezareta Çand û Geştyariyê Mehmet Nûrî Ersoy, Wezareta Perwerdehiyê Yusuf Tekin, Wezareta Berevaniyê Yaşar Guler, Wezareta Tenduristiyê Fahrettin Koca, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezareta Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumaklî, Wezareta Bazirganiyê Omer Bolat û Wezareta Gihandin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu.