Li Konyayê şerê çekdarî: 7 jê polîs 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eregli ya Konya ya Tirkiyê di şerekî çekdarî de 7 jê polîs 11 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin roja Yekşemê danê êvarê li dukaneke li hember Cadeya Îstasyonê Sîteya Esnafan di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaş veguherî şerê çekdarî û di bûyerê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her wiha 7 polîsên ku hewl didan şerê çekdarî rawestînin jî birîndar bûn. Birîndar piştî dermankirina destpêkê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê hatin şandin.

6 kesên ku tevlî bûyerê bûne hatin desteserkirin.