Komîsyona Jîngehê ya HDPê: Li Kurdistanê daristan dişewitin

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Komîsyona Jingehê Roja Jîngehê ya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Jîngehê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta Roja Jîngehê ya Cîhanî daxuyaniyek belav kir û got: “Tirkiye rûbirûyî hişkesaliyeke girantir  a ji sala 2021ê ye. Ji bo vê yekê ti tedbîrek nayê wergirtin û berovajî vê yekê çavkaniyên binerdî û sererdê yên  avê bo karê sermayaderan tên terxan kirin, qirêjkirin û jinavbirin.”

5ê Hezîranê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Cîhanî ya Jîngehî hatiye ragihandin. Berdevkên Komîsyona Jîngehê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Menekşe Kizildere û Naci Sonmez  bi helkefta wê rojê daxuyaniyek hevbeş  belav kirin û bal kişandin ser pirsgirêkên jîngehê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiye.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja jîngehê dê bi çalakiyên ku ji aliyê Serokkomariyê ve tên birêvebirin ve, bên pîroz kirin û hatiye gotin: “Lê desthilata ku bûye sedema kûrbûna krîzên jîngehê ti rûyek nîne ku heftiya jîngehê pîroz bike. Ji ber ku li her derê Tirkiye karesatên jîngeh û xwezayê pêktên.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Li Kurdistan, Ege, Derya Reş û Marmarayê daristan dişewitin. Gund, deverên çandiniyê, çavkaniyên avê û zozan bi polîtîkayên talanker ên desthilatê di bin dagîrkeriya kompanyayên kanza, avahîsazî û enerjiyê de ne.”

Komîsyona Jîngehê ya HDPê balkişandiye ser hişkesaliya îsal a li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiye jî û gotiye: Tirkiye rûbirûyî hişkesaliyeke girantir  a ji sala 2021ê ye. Ji bo vê yekê ti tedbîrek nayê wergirtin û berovajî vê yekê çavkaniyên binerdî û sererdê yên  avê bo karê sermayaderan tên terxan kirin, qirêjkirin û jinavbirin.

Ji sala 1973an ve Neteweyên Yekbûyî 5ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Jîngehê ragihandiye. Armanc ew e ku di derbarê jîngehê de hişyariyê bê dayîn û hikûmetan han bide ku pirsgirêkên jîngehê yên wekî pîsbûna hewayê, birîna daristanan û germbûna gerdûnî kêm bikin.

Di Roja Cîhanî ya Jîngehê ya îsal de , Neteweyên Yekbûyî ragıhandiye ku zêdeyî 3 mîlyar mirov di derdoreke ne tendurist de bijîn û di pênc salên pêş de, germahî dê  pileyên di Peymana Parîsê de derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst