Erdogan ji bo Qeterê dest bi pêwendiyên dîplomatîk kir

Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin li ser mijara Qeterê ragihand: “Em ji ber biryara li ser Qeterê xemgîn in.”

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê û Cîgirê Sekreterê Giştî Îbrahîm Kalin li ser mijara Qeterê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

 

Kalin di daxuyaniyê de diyar kiriye, ku Tirkiye ji ber biryara li ser Qeterê xemgîn e û destnîşan kiriye: “Di vê demê de ku li herêma me lêgerîna aştî û aramiyê berdewam e û hemû welatên herêmê pêwîst e ji bo van armancên hevpar pêngavan biavêjin, divê endamên Konseya Hevkariya Kendavê ku di hevkariyeke stratejîk de ne, meseleyên xwe bi rêya diyalog û pêwendiyan çareser bikin.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ku Erdogan dest bi pêwendiyên dîplomatîk kiriye û hatiye diyarkirin, di vê demê de ku herêm li hember tengasiyên terorî, siyasî, aborî û mirovî rû bi rû maye, hevkariya welatên herêmê, ne li gor hin agahiyên bêbingeh, divê li ser bingeha yekîtî û bihevrebûnê were nirxandin.

 

Weke din Kalin amaje bi yekê kiriye: “Di pêvajoya dahatî de em weke Tirkiye amade ne, peywirên ku dikevin ser milên me, em bînin cih.”