Hêzên polîs ên Tirkiyê zavayê Bulent Arinç desteser kirin

05-06-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bulent Arinç AK Partî Zavayê Arinç Ekrem Yeter Desteserkirin Rêxistina Gulen
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê zavayê Bulent Arinç ku yek ji damezrênerê AK Partiyê ye, bi tohmeta hebûna têkiliyên bi rêxistina Gulen ve desteser kirin.

 

Li gorî agahiyên ji medyayên Tirkiyê ve, îro duşembî 5ê Hezîranê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di çarçoveya operasyona li dijî rêxistina Gulen naskirî bi FETO de, zavayê Bulent Arinç, Ekrem Yeter desteser kirin.

 

Hatiye ragihandin, ku zavayê Arinç, Ekrem Yeter li ser daxwaza Serdozgerê Komarî yê Enqerê û bi tohmeta hebûna têkiliyan bi rêxstina Gulen ve hatiye desteserkirin.

 

Piştre bi daxwaza girtina wî ve, Yeter bo dadgehê hatiye şandin û dê Dadgeha Ceza û Sulhê biryara dawî derbarê wî de bide.

 

Bulent Arinç piştî girtina zavayê xwe, di daxuyaniyekê de ji malpera hurriyet.com.tr re  ragihandiye: Pêvajoyek heye. Înşalah di demeke kurt de em dê agahiyekê bistînin. Me di her aliyekê de bawerî bi zavayê xwe heye. Bêguman em pê bawerin ku ti pêwendiya wî pê re tine ye. Em bi dilgermî ve li benda wî ne.

 

Ekrem Yeter di sala 2002ê de bi keça Bulent Arinç, Ayşenûr re zewiciye. Yeter li Zanîngeha Bazîdê di Fakulteya Pizişkiyê de, pizişkiya didanan xwandiye.

 

Bulent Arinç ji bilî ku yek ji damezrênerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ye, di serdema serokwezîriya Recep Tayyip Erdogan û Ahmet Davutoglu de Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê bû û herwiha Serokê Parlamentoya Tirkiyê û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê jî bûye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst