Meha borî 32 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora “Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin”, di meha nîsanê de li seranserê Tirkiyeyê 32 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Nîsana 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê, meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 32 jin hatine kuştin û 13 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Di raporê de hat ragihandin ku ji 32 jinan 10 ji wan ji ber ku xwestine cuda bibin û lihevkirinê red kirine hatine kuştin.

Li aliyê din platforê da zanîn ku jinek bi hinceta dayika wê ligel bavê wê li hev nekiriye, jinek bi hinceta pisîk xwedî kiriye, zaroka keç bi hinceta kevir avêtiye û jinek jî bi hinceta aboriyê hatine kuştin.

Herwiha sedema kuştina 18 jinan jî nehatiye diyarkirin.

Di meha nîsanê de ji sedî 56ê jinên ku hatine kuştin li mala xwe hatine kuştin.