Stenbol - Xwepêşandanên 1ê Gulanê: 38 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji 65 kesên ku di xwepêşandanên 1ê Gulanê de hatibûn desteserkirin, 38 ji wan hatin girtin.

Li Stenbolê di çalakiyên 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî de 65 kes hatibûn desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî kontrola tenduristiyê kesên desteserkirî birin Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê.

Li dadgehê 38 kes bi tohmeta “muxalfeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “propagandaya rêxistinê” û “berxwedana li hemberî fermanberê giştî” hatin girtin.

Herwiha 27 kes bi mercên kontrola edlî hatinberdan.