Ciwanekî ji Efrînê li Stenbolê kuştî hat dîtin

05-05-2023
RÛDAW
Ciwanekî ji Efrînê li Stenbolê kuştî hat dîtin
Ciwanekî ji Efrînê li Stenbolê kuştî hat dîtin
Nîşan Efrîn Stenbol Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî xelkê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê li Stenbolê hat kuştin û malbata wî daxwaz  dike ku desthilata Tirkiyê hûrguliyên wê bûyerê eşkere bike û tawanbaran dadgeh bike.

Parêzer Hisên Naso ji Rûdawê re ragihand ku roja 30 Nîsana 2023an, ciwanê bi navê Ebdulrehman Ezîz Hemo piştî ku ji mala xwe ya li taxa Bîrmtepe derdikeve, piştî wê bi çend xulekan polîs li deriyê mala wî dide û ji dayîka wî re dibêjin ku kurê wê Ebdulrehman piştî ku hezkiriya xwe kuştiye, xwe jî kuştiye.

Heman çavkanî ji Rûdawê re got ku malbata Ebdulrehman di wê kêliyê de nikarîne cenazeyê kurê xwe bibînin ji ber ku polîsan daxwaz ji malbatê kirine ku yekser ji wê taxê derkevin.

Piştî çend rojan malbata wî cenaze wergirtine û şandine gundê Sindiyankê yê Efrînê û dema ku li cenazeyê nerîn dîtin ku şopên lêdanê li ser laşê wî hene û du gule li serê xwe xwariye, her wiha zik û serê wî jî vekiribûn.

Parêzer Hisên Naso ji Rûdawê re dibêje tiştê ku li ser cenazaya wî hatine dîtin berovajî çîroka polîsên Tirkiyê ye ji ber ku heger kesek xwe bikuje, nikare zêdetirî guleyekê berde.

Malbata Edulrehman daxwazê ji desthilata Tirkiyê dike ku hûrguliyên vê bûyerê eşkere bikin û tawanbaran dadgeh bikin.

Mirovekî Ebdulrehman Ezîz beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand, “Roja Yekşemê 30 Nîsanê, dayika wî jê re dibêje, tu yê bi ku de biçî, ew jî dibêje ez dereng namînim. Paşê polîs tên cem malbata wî û dibêjin kurê we xwe kuştiye, 4 rojan di nexweşxaneyê de ma û îro cenazeyê wî gihîşte Efrînê, dema serê wî vekirin dîtin ku 2 gule li serê wî ketine û li serçavan jî derb hebûn, zikê wî jî vekiribûn. Kesekî ku xwe bikuje nikare 2 guleyan li serê xwe bixe.”

Mirovekî Ebdulrehman Ezîz got, “Hinekan ji bo ku neaxivin gefa kuştinê li malbata Ebdulrehman Ezîz xwarine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst