Bi nêzîkbûna hilbijartinan re rojeva mitîngan jî germ û gur bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Tenê 8 roj ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyê mane. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna hilbijartinan rojeva mitîngan jî germ û gur bûye. Tevî vê yekê zimanê her du hevrikên sereke yên berbijêrên serokkomariya Tirkiyê jî tûj bûye.

Kêmtirî 10 roj mane ji hilbijartinên 14ê Gulanê û mitîngên aliyên siyasî berdewam in. Parêzgeha Ordu ya Tirkiyê ye û rojeva berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan karên partiya wî yên di nav 20 salan de ne lê ligel vê yekê Erdogan, Hevpeymaniya Millet tohmetbar dike ku bi bazareke qirêj dixwazin Tirkiye radestî hêzên derve û rêxistinên terorê bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Hinek kes dixwazin welatî me radestî wan hêzan bikin ku armanca wan perçekirina welate me ye. Hinek kesan çav berdaye serxwebûna me ya aborî û siyasî. Destpêkê 6 partî bûn piştre bûn 7, 9,11 û niha jî em nizanin hejmara wan çende. Dixwazin siberoja welatî me bikin xwarina wê maseyê, lê em rê nadin wan.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo posta serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu jî li parêzgeha Nigde ya Tirkiyê bû û di rojeva wî de tohmeta Hevpeymaniya Cumhur hebû ku dibêjin bi PKKê re lihev kiriye. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Hûn çima derewan dikin? Binêrin,  yên dewletê birêve dibin divê li beramber gefên hêzên serdest xwe netewînin. Eger hun di bin gefa hêzeke serdest de bin û dengê xwe nekin, wê demê ev ji bo yekîtiya Dewleta Komarê ya Tirkiyê pirsgirêk e.”

Partiya Çep a Kesk jî li ser mitingên xwe yên li Bakurê Kurdistanê berdewam e û rojeva sereke ewlekariya sindoqên hilbijartinan e.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar li parêzgeha Bedlîsê amaje bi wê yekê da ku 14ê Gulanê gava yekemîn yaa guhertina sîstem û desthilata heyî ye.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar got, “Wê bi me aştî û demokrasî bê vî welatî. Em dê sindoqan û îradeya xwe biparêzin. Her bira û xwişkeke me ku dengê xwe bikarbîne di heman demê de berpirsê hilbijartinê ye jî. Em dê li ser sindoqan nobedê bigrin. Em rê nedin ku hinek kes yekîtiya me têk bidin. Em îradeya xwe bi hêz bikin û vê sîstemê biguherînin.”

Bi nêzîkbûna roja hilbijartinan Desteya Bilind ya Hilbijartinan ya Tirkiyê roja Pêncşemê 4ê Gulanê ragihand ku êdî eşkerekirina encamên rapirsiyan qedexe ye.

Li gor encamên 15 rapirsiyên herî dawî hilbijartina serokkomariyê ya Tirkiyê ku dê 14ê Gulanê bê kirin, di gera yekem de bidawî nabe û Erdogan û Kiliçdaroglu di gera duyem de hevrikiya hev dikin.