Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglu bang li ciwanan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selahattîn Demîrtaş ji bo ku hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyê di gera yekem de yekalî bibe ji ciwanan  bo berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemala Kiliçdaroglu daxwaza piştevaniyê kir û got: “ Ciwanno rîskê wernegirin. Em di gera yekem de vî karî temam bikin.”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ye roja Înê 5ê Gulana 2023an  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de peyamek belav kir.

Demîrtaş di peyama xwe de bo berbijêrê Hevpeymaniya Millet  û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) bo postê  Serokkomariyê û Partiya Çepên Kesk (YSP) ku HDP bi navê wê  beşdarî hilbijartinan dibe ,  ji ciwanên   Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  daxwaza piştevaniyê kir.

Demîrtaş  ji bo ku hilbijartin  di gera yekem de yekalî  bibe bang li ciwanan dike û dibêje, “Di navbera herdû gerên hilbijartinê de dê cîhan 14 car bizivire. Ciwanno rîskê wernegirin. Em vî karî di gera yekem de temam bikin bila dewaran yek care bizivire. Dengek bo Partiya Çepên Kesk û dengek jî bo Kiliçdaroglu.”

Xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê 14ê Gulanê diçin ser sindoqên dengdanê.  Di wan hilbijartinan de 64 milyon  û 113 hezar û  941  kesan mafê dengdanê heye. 4 milyon û 904 hezar û 672 kes ji wan dengderên ciwan in ku 14ê Gulanê  bo cara yekem diçin ser sindoqên dengdanê.

Di hilbijartinên Serokkomariyê her yek ji berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan û Berbijêrê Partiya Memleket Muharrem Înce ji bo postê Serokkomariyê rikaeberiyê dikin. Lê rikaberiya herî tûnd di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de ye. HDP  ku derdora ji sedî 12ê dengên wê hene  û dengên wê yekalîker in di hilbijartinên  Serokkomariyê de piştevaniya Kemal Kiliçdaroglu dike.

Rapirsiyên dawî ameje bi wê yekê didin ku hilbijartinên Serokkomariyê di gera yekem de yekalînabin û Kiliçdaroglu û Erdogan bo gera duyem a hilbijartinan dimînin. Biryar e gera duyem a hilbijartina Serokkomariyê  jî di 28ê Gulana 2023ê de bê kirin.