HDP: Desthilat ji ber dizane diçe operasyonên xwe zêde kirine

05-05-2023
RÛDAW
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPê Nuray Ozdogan
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPê Nuray Ozdogan
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 HDP Nuray Ozdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPê Nuray Ozdogan li ser operasyonên beriya hilbijartinan yên li Amed, Enqere û Stenbolê axivî û got: “Desthilata AKPê dixwaze qadên hilbijartinê bike qadên tûndûtijiyê û ji bo vê yekê provokasyonan dike.”

Nuray Ozdogan îro Înê 5ê Gulana 2023an li Enqerê li ser operasyonên desteserkirin û girtinê yên beriya hilbijartinan daxuyaniyek da.

Ozdogan amaje bi wê yekê da ku beriya hilbijartinan operasyonên desthilata AK Partiyê zêde bûne û tenê li Amedê 143 kes hatine desteserkirin û ji wan 5 parêzer, 4 rojnamevan 48 kes hatine girtin.

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPê diyar kir, “Tenê di nav mehekê de ji endam û rêveberên partiya me 295 kes hatine desteserkirin û 61 kes jî hatine girtin û dibe ku hejmar zêdetir be jî.”

Nuray Ozdogan got: “Desthilata ku hemû saziyên dewletê, parêzgarî û hêzên emnî xistiye nav kar û xebatên hilbijartinê, avahiyên giştî jî wek buroyên xwe yên hilbijartinê bikar tîne, budceya gelê me û alîkariya ji bo zerardîtiyên erdhejê hatiye komkirin wek budceya xwe ya hilbijartinê bikar tîne û beriya ji desthilatê bikeve zilma xwe zêde kiriye. Ew jî sedema wê heye ku encamên rapirsiya de tê dîtin. Hatine wê astê hilbijartinan ku amûrekî demokrasiyê ye wek darbeyeke siyasî bi nav dikin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst