Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 5 rojan hişyariya baranê da

05-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo seranserê wî welatî bo dema 5 rojan hişyariya baranê da û dibêje li parêzgehên Çanakkale, Balikesir û Bursayê yên Tirkiyê egera lehiyê heye û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro Înê 5ê Gulana 2023an ragihand ku li giştî herêmên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê do dema 5 rojan baran dibare û li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî ligel baranê toz dibare.

Li gor daxuyaniya saziya navborî, ji sibê 6ê Gulanê û pê ve di nav 5 rojan de li seranserê Tirkiyê baran dibare û li parêzgehên Çanakkale, Balikesir û Bursayê eger heye lêhî çêbibe.

Herwiha li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî dê toz dibare û mesafeya dîtinê dê kêm bibe û ji bo çûnûhatina welatiyan hişyarî hatiye dayîn.

Tê pêşbînîkirin ku li herêmên Tirkiyê pileya germê di navbera 3 heta 5 pileyan dakeve û li Bakurê Kurdistanê jî pileya germê di navbera 2 heta 4 pile zêde bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst