Eurostat: Penabertiya ji Tirkiyê %45 zêde bûye

05-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêjeya welatiyên Tirkiyê ku sala 2021ê ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropa dane li gor sala 2020ê %45 zêde bûne. Welatiyên Tirkiyê herî zêde ji Almanyayê daxwaza penabertiyê kirine.

Ofîsa Amarên Ewropa (Eurostat), amarên 2021ê yên koçberan eşkere kir. Sala 2021ê hejmara welatiyên Tirkiyê ku ji penabertiyê serî li welatên Ewropa dane 20 hezar derbas kirine.

Bi tevahî 534 hezar kesan ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropa dane, ku daxwaza 267 hezar û 360 kesan hatiye qebûlkirin. Serlêdanên herî zêde li Almanyayê û yê herî kêm Macarîstanê bûne.

Serlêdanên penabertiyê yên welatiyên Tirkiyê bo Ewropa piştî sala 2016an zêde bû. Welatiyên Tirkiyê di rêjeya serlêdanên penabertiyê de bo Ewropa di rêza 7an de cih girtin.

Sala 2020ê hejmara welatiyên Tirkiyê ku ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropa dabûn ji 14 hezaran kêmtir bûn, lê sala 2021ê rêjeya serlêdanan %45 zêde bû û 20 hezar kes derbas kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst