ÎHD: Tirkiye ji bûyerên li rojhilatê Firatê berpirs e

05-05-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Mafê Mirovan ya Tirkiyê ku bi ÎHD tê naskirin, eşkere kir, di encama êrîşa Tirkiyê ya li dijî Bakurê Rojhilatê Suriyê de, 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 71 sivîl jî birîndar bûne û ragihand, nabe Tirkiye ji berpirsatiyê bireve û berpirsatiyê tenê bixe ser milên komên çekdar.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan ya Tirkiyê Ozturk Turkdogan dibêje, li ser sînorê Sûriyê ji ber operasyonên Tirkiyê û şer û pevçûnan, binpêkirina mafê mirovan berdewame.

Ozturk Turkdogan da xuyakirin, nabe Tirkiyê berpirsiyariyê bixe ser milê komên çekdar yên bi pere çek rakirine û xwe ji vê pirsê dûr bigre. 

Li gor daxuyaniya Turkdogan, di encama êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojhilatê Firatê de, 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 71 sivîl jî birîndar bûne.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyê herwiha da zanîn, di wê êrîşa Tirkiyê de 17 leşker jî hatine kuştin û 33 leşker birîndar bûne.

Bi gotina Ozturk Turkdogan, ji bilî operasyona rojhilatê bakurê Sûriyê, li ser sînor 13 sivîlên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst