Hatip Dicle: Di rojeva me de ji Tirkiyê cudabûn nîne

Enqere (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de got, ti bername û planekî me tine ye ku em ji dewleta Tirkiyê cuda bibin.

Îro li Enqereyê 250 rêxistin li ser banga HDK û DTKê ya li dijî rakirina parêzbendiyan civiyan û belgenameya “na bo rakirina parêzbendiyê” îmza kirin.

Li cihê civînê Hevserokê KCDê Hatip Dicle ji Rûdawê re ragihand ku hikûmet û dewleta Tirkiyê dixwazin weke sala 1994an parlementerên Kurd ji parlemenê bavêjin.

Hatip Dicle wiha got; Em hêvîdar in ku ev helwesta dûrxistina parlementerên Kurd ji parlemenê, zû bidawî bibe, ji ber ku rêkekî baş û rast nîn e. Ti bername û planekî me tine ye ku em ji dewleta Tirkiyê cuda bibin. Ya rastî em bê bijarde nînin, eger li parlemenekê cîhê beşdabûna parlementerên partiyekê neyê hiştin, ew partî dikare ji xwe re parlemenekî din ava bike û ev yek mafê wê partiyê ye jî, lê em naxwazin wisa bibe û em hikûmetê hişyar dikin.”

Herwiha Hevserokê KCDê anî ziman: “Di rojeva me de cudabûn nîne, lê eger ev nêzîkatiya li hemberî Kurdan bidome, em dikarin vê yekê jî bixin rojeva xwe.”