ROJEVA RAGIHANDINÊ - Serdema nû li nav AKPê

05-05-2016
RÛDAW
A+ A-

 

HURRIYET

 

Davutoglu xwe dide alî

 

Piştî ku rayedariya Davutoglu ya li ser rêveberiya partiyê jê hate wergirtin, duh jî li gel Serokomar Erdogan civîneke awarte pêk anî, di encamê de biryara kongreya awarte hat wergirtin ji bo dawiya meha Gulanê ku jê pê de dê Davutoglu dev ji serokwezîrtiyê berde. Nûser Abdulkadîr Selvî dibêje, Erdogan berî hevdîtinê biryara xwe dabû. Erdogan, kongreyê li hev kom bikin û devê meseleyê girê bidin, ji bo berendaman navên, Berat Albayrak, Bînalî Yildirim, Berkir Bozdag, Mehmet Muezzînoglû û Nûman Kurtulmûş derbas dibe.

 

- Çeka ku Serokê Baroya Diyarbekir (Amed) Tahir Elçî pê hate kuştin winda bû. Raporên krîmînal yên li ser bûyerê tewaw bûn. Li gir encama raporê kuştina Elçî ne tibî ne jî fizîkî ne mumkune bê zanin ku çawa pêk hatiye.

 

SABAH

 

Ev ne nûnerên vî miletî ne

 

Erdogan, bertekeke tund nîşanî HDPê da ku çawa weke hêzeke dagîrker li meclîsê tevgeriya ne û bi sirûd û sloganan berdewam kirine.

 

- Ewropa deriyên xwe vekirin ji bo rêwîtiya bê vîza..

 

CUMHURIYET

 

Şerê li ser meqam

 

Erdogan berî ku li gel Davutoglu kom bibe, hişyariya xwe şand. Di civîna bi muxtaran re got bila kes ji bîr neke ku çawa û ji bo çi hatiye ciyê xwe yê lê.

 

- Di nav tabûtekê de 13 can. Di 1937an de 24 kes li Dêrsimê bi navê Tevgera Tenkîlî hatin kuştin. Hestiyên wan li ser hev li Sekesûrê li ferahiyekê peyda bûn. Duh bi bîranîn ew hestiyên 13 kesên ku temenê wan ji 4 heta 10 salî bûne bi hev re hatin veşartin.

 

MILLIYET

Serdema nû li nav AKPê

 

Erdogan berî ku li gel Davutoglu kom bibe, Efkan Ala, Omer Çelîk, Bînalî Yildirim û Yalçin Akdoğan dît. Erdogan berdewam e di hevdîtina li gel komên parlamanteran yên AKPê. Îro jî dê li Baştepe endamên komîsyona çavdêriyê, ya daxwaznameyan û ya dewrûber jî bibîne.

 

TARAF

 

Ewropaya bê vîza

 

Komîsyona Ewropa biryar da ku bi şîretekê ji Yekitiyê bixwaze da ku vîzaya li ser zona Shcengen rabe bo rêwiyên Tirk. Niha dê mijar were nav rojeva lijneya karên sivîl û komîsyona navxweyî ya Parlamantoya Ewropa. Dû re Saziya Giştî ya Parlamantoyê dê li ser biaxive. Ev sazî dê dengdaneke hejmarî pêk bîne li gor serdestiya pirranî. Ji bo encameke erênî divê ji sedî 55 dengên erênî bên wergirtin.

 

- Hişyariya lînca siyasî. Derdorên akademîk û siyasî bang li wekîlan dikin ku deng nedin bi erêkirina rakirina parêzbendiyê lewra armanca hikûmetê ji vê yekê ew e ku HDPyiyan bi awayekî siyasî lînç bikin.

 

EVRENSEL

 

Pêngaveke din berev kuştina bê fail

 

Davutoglu digot di bin rêveberiya me de kes nikare kesî bikuje û dû re jî di bin siberê de bimîne. Lê rapora pisporan li ser vekolîna awayê kuştina Tahir Elçî bê encam ma, gotin, kubi ti awayî, ne fîzîkî ne pizîşkî nikare bê eşkerekirin.

 

YENİ ŞAFAK

 

Anadul fitne û finazan ranagre

 

Erdogan li ser aqarên Anadulê fitne, finaz û tevdanî û xiyanet nikare xwe pê bigre. Yekîtî û hevkari bi tenê dikare reh û rîşalên xwe berde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst