Rojnamevanê tirk: Mîtînga Erdogan a Amedê lawaztirîn mîtîng bû

05-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevanê navdarê tirk û nivîskarê rojnameya Haberturkê, Rûşen Çakir diyar kir ku mîtîngên Erdogan ên Amed û Batmanê “lawaztirîn” mîtîng bûne. Çakir her wiha ragihand, ji ber ku rewşa partiya Erdogan li Bakurê Kurdistanê zêde baş nîne lewma ew neçar maye mudaxele bike.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend roj berê çûbû bajarên Batman û Amedê yên Bakurê Kurdistanê û mîtîng li dar xistibû. Di mîtîngan de Erdogan zêdetir behsa ola îslamê kiribû û rexneyên tûj li HDPê girtibû.

 

Li ser serdan û naveroka mîtîngên Erdogan, rojnamevanê tirk û nivîskarê rojnameya Haberturkê Rûşen Çakir ji televîzyona CNN Turkê re got, ev çend sal in ez mîtîngên Erdogan dişopînin. Mîtîngên wî yên Amed û Batmanê mîtîngên herî lawaz bûn.

 

Rûşen Çakir diyar kir ku Erdogan di wan mîtîngan de ji destpêkê heta dawiyê behsa ol û dîn kir û qesta wî jî ew bû ku bi vê yekê dengên kurdan ji HDPê dûr bixe û bikşîne aliyê AKPê. Çakir wiha axivî:

 

“Birastî min heta niha nedîtibû Erdogan di axaftina xwe de ewqasî peyva kurd bikar bîne. Gotinên xwe yên tund ên derbarê pêvajoya çareseriyê de jî hinekî nerm kiribû. Dixwest bi vî rengî dengên kurdan ji HDPê re neçin…”

 

Li gorî wî rojnamevanê tirk, rewşa partiya desthilatdar a Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê zêde baş nîne lewma serokomar neçar maye bixwe mudaxele bike “îja di vê yekê de serkeftî bû yan na, ez nizanim”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst