Li deryaya Ege qayik ket binê avê: 22 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li deryaya Ege û li navbera Tirkiye û Yûnanistanê de qayika ku tijî penaberên qaçax bû, ket binê avê û di encamê de 22 kes mirin û 10 kes jî heta niha wenda ne.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê nîvro li deryaya Ege û di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, komek penaberên qaçax ên ku dixwestin ji girava Kûşadasi ya Tirkiyê derbasî girava Samosê ya Yûnanistanê bibin, bi qayikê ve ketin binê avê.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 36 penaber ku piraniya wan iraqî û sûrî bûn ji aliyê masîgir û tîmên ewlehiyê ve hatin rizgarkirin lê 22 kes jî mirî ji avê hatin derxistin.

Hat zanîn, di nav miriyan de 12 jin û 4 zarok hebûn û 10 ji wan jî wenda ne.