Alî Yerlîkaya: 7 rojên betlaneya cejnê 62 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7 rojên betlaneya Cejna Remezanê 62 kesan canê xwe ji dest da

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê amarên qezayên trafîkê yên betlaneya Cejna Remezanê belav kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir  roja heftemîn a betlaneya Cejna Remezanê 580 qezayên trafîkê çêbûne û di wan qezayan de 5 kesan canê xwe ji dest daye û 855 kes jî birîndar bûye.

Bi gotina Alî Yerlîkaya bi giştî 7 rojên betlaneya cejnê 62 kesan canê xwe ji dest daye û 6 hezar û 533 kes birîndar bûne.

Yerlîkaya li gel van amaran dîmenên qezaya  trafîkê ya li navçeya Pendîkê ya Stenbolê jî parve kir û got,  di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest daye.