Di bûyera şewatê ya li Stenbolê de pêşhateke nû

Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyera şewatê ya li navçeya Beşîktaşa Stenbolê de dadgehê biryara girtina 8 kesan da.

Roja sêşemê li navçeya Beşîktaşê ya parêzgeha Stenbolê agir bi klubekê ketibû û di encamê de 29 kesan canê xwe ji dest dabû.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dabû destpêkirin û 11 kes hatibûn desteserkirin.

Çend roj in karûbarên îfadeyê yên wan kesan berdewam dikirin.

Ji 11 kesên desteserkirî 9 ji wan piştî karûbarên îfadeyê bi daxwaza girtinê veguhastin dadgehê.

Dadgehê li ser 8 kesan bi tohmeta ku “bi qisûr bûne sedema mirina çend kesan” biryara girtinê da.

Kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.