Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê: 8 kes bi tohmeta sixurtiya Îsraîlê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku 8 kes bi hinceta ku zanyariyan didin îstixbarata Îsraîlê hatine desteserkirin û 2 kes ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.

Alî Yerlîkaya di daxuyaniyê de diyar kir ku wan operasyoneke bi bavê “Kostebek-3” encam daye.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya bi hevkariya Serdozgeriya Stenbolê, Serokatiya Saziya Îstixbaratê û Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê operasyonek hat kirin.

Di encamê de 8 kes bi hinceta ku zanyarî dane îstixbarata Îsraîlê hatine desteserkirin û 6 ji wan bi şertê kontrola edlî hatine berdan lê 2 kes hatine girtin.